BasNews – Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, 20 kesên din bi Koronayê can dan.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, 20 kesan canê xwe ji dest dane ku 13 kes li Hewlêrê ne, 6 kes li Silêmaniyê û yek jî li Germiyanê ye.
Wezareta tenduristiyê daye zanîn, ji duhî de têsta 658 kesan jî pozîtîf derketiye ku 443 kes li Hewlêrê ne, 128 kes li Silêmaniyê, 20 kes li Germiyanê û 67 kes li Duhokê ne. 179 kes jî baş bûne.
Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 20 hezar û 660 kesan ku 11 hezar û 207 kes baş bûne û 732 kes jî mirine.