BasNews – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand, wan li devera Amanos ya Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneka nû kirin.
Wezîrê navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu ragihand, îro danê sibê hêzên asayiş û polîs li devera Amanos li parêzgeha Hatay ya wî welatî dest bi operasyoneka nû ya bi navê “Yildirim-5” dest pê kirin.
Soylu da zanîn, di wê operasyonê de nêzîkî 1500 polîs û çekdarên asayişê û milîs beşdar bûne.
Bi gotina wî wezîrê Tirkiyê, operasyona Birûsk-1 li çiyayê Cûdî hatibû kirin, ya duyemîn li çiyayê Cîlo, ya sêyemîn li Agirî û Qersê û ya çaremîn jî li Dêrsimê hatibû kirin.