BasNews – Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê ragihand, piraniya wî genimê ku biryar hatibû dayîn ji cotkarên Kurdistanê were kirrîn, ji aliyê sayloyan ve hatiye wergirtin û depokirin.
Berpirsê giştî yê bazirganiyê li wezareta bazirganî û pîşesaziyê, Newzad Edhem ji BasNewsê re got, îsal biryar hatibû dayîn 390 hezar ton genim ji cotkarên Kurdistanê were kirrîn. Ji wê pişkê, %98 hatiye kirrîn û depokirin û ewê ku maye jî dê di çend rojên bê de were kirrîn û depokirin.
Newzad Edhem her wiha got, Bexdayê 8 milyar dînar diravê cotkaran şandiye û emê çend rojên din bidin wan. Çend rojên din dê hinek diravê din jî ji aliyê Bexdayê ve were şandin.