Herman Xalîd
BasNews – Berpirsekî tenduristiya Iraqê radigehîne, Iraq ji ber belavbûna şewba vîrusa korona geheştiye qonaxeke gelek metirsîdar.
Îro 08.08.2020ê endamê lijneya krîzan li fermangeha tenduristiya Resafe li Bexdayê Ebas Husênî ji çapemeniya Iraqê ya fermi re ragehand, pêşbînî dikin ku di heftiyê pêş de hejmara rojane ya pêketiyên vîrusa korona bigehe 3 hezar kesan.
Ebas Husênî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa korona bi çend sedeman ve girêda û got:
- Zêdebûna hejmara testên koronayê
- Guhnedana hemwelatiyan bi xweparastinê.
- Neçûna pêketiyan bo nexwaşxaneyên taybet ên çareseriya pêketiyên koronayê.
- Nebûna elektrîkê li Bexda û bajarên din ên Iraqê ku ji ber xelk naçar dibe berê xwe bide baxçeyên giştî û li wan deveran jî têkelbûnek zêde heye.
Berpirsê Iraqî got, ev sê heftiye Iraq geheştiye qonaxa belavbûna şewbê ya pir bilez û naha şewba vîrusa korona li hemû navçeyên Iraqê heye.
Heta naha 144 hezar û 64 kes li Iraqê bi vîrusa korona ketiye û ji wê hejmarê jî 5 hezar û 236 kesan jiyana xwe ji dest dane.