Rukiye Mistefa
BasNews - Li rojhilatê Burkina Fasoyê di êrîşeke çekdarî de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya herêmî ku nûçeya xwe sipartine çavkaniyên hikûmetê, li bajarê Fada Ngourma, di bazarekî de kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşeke çekdarî pêkhat.
Hat ragehandin di bûyerê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û heta naha ti aliyekî êrîş negirtiye ser xwe.