BasNews- Serokê Amerîka Donald Trump ser teqînên li Beyrut ya paytexta Lubnanê got ku mîna êrîşêke xofdar e.
Donald Trump di preskonferansa roja sêşemê de bo gelê Lubnanê sersaxî xwest û dîyar kir ku Amerîka hazir e ku alîkarîya wî welatî bike.
Karbidestên Lubnanê gotibûn ku teqîn jiber amonyum nîtratên li depoyekê çêbûne.
Rojnamevanan di beşa pirs û bersîvan de ji Trump pirsîn ku ka ew rind dizane teqînên li Lubnanê êrîş in yan ne.
Trump got li ser pirsan got: ‘’Li gor hin generalên me ew teqîn naşibin teqînên sanayîyê. Niha, di vê qonaxê de, her çiqas ew jî rind nizanin jî rewiş wisa xuya dike.’’ Wezareta Saxlemî ya Lubnanê ragihandibû ku di teqînan de 78 kesan jîyanên xwe ji dest dane û 4000 kesên din jî birîndar bûne.
Jêderên herêmî didin zanîn ku lêgerînên di bin kavilan de didomin û dibe ku hejmara kuştî û birîndar zêdetir bibe