BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di tweetekê de piştgiriya Herêma Kurdistanê bo xelkê Lubnanê nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê di tweetekê de li ser teqînên li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê diyar kir: “Em hevsoziya xwe bo qurbaniyên teqînên wêranker ên li Bêrûdê tînin ziman û hevsoziya xwe bo malbat û hevalên qurbaniyan nîşan didin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê di demên dijwar de dê li cem xelkê Lubnanê be.
Îro 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê du teqîn qewimîn û di encama wan teqînan de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Heta niha bi fermî sedema teqînan nehatiye eşkerekirin.