Rukiye Mistefa
BasNews – Li eyaleta Setîf a li rojhilatê Cezayîrê di kaneyekî de teqînek pêkhat û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa parastinên sivîl a Setîfê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, li maden ango kanayekî çînko ango tûtya ya li başûrê bajar de teqîn pêkhatiye û di wê teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes jî birîndar bûne.
Hat ragehandin birîndar rakirine nexwaşxaneyê û derbarê sedemê teqînê de jî ti agahiyek nehate dayîn.