BasNews - Rêveberiya Xweser di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, qedexeya çûnûhatinê ya giştgîr bo 14 rojan radigihîne.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, piştî zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li herêma Cizîrê û ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, Şaneya Krîzê qedexeya çûnûhatinê ragihand.
Li gor biryarê, qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 6:00 ji roja 6ê Tebaxê û ta demjimêr 6:00 ji roja 20 Tebaxê berdewam dibe.
Herwiha li gor biryara qedexeyê, rê tê dayîn, dukan, nanxane, dermanxane û nexweşxane bêne vekirin. Rê ji bo tankerên avê, barhilgirên kelûpelên xwarin û dermanan û otombîlên rêxistinên mirovî û hawarhatinê tê dayîn çûnûhatinê bikin. Herwiha asankarî jî ji bo çûnûhatina cotkar û karkerên çandiniyê tê kirin, bi mercê ku pabendî rênimayên xweparastinê bibin.
Her li gor biryara qedexeyê, hemû dam û dezgehên Rêveberiya Xweser dikevin betlaneyê, ji bilî rêveberiyên şarederiyan, elektirîkê, avê û navendên tendirustiyê, navendên sotemeniyê û dezgehên ragihandinê.
Ev di demekê de ye, li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, heta niha 30 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Korona ketine, lê ti haletên mirina bi wê vîrûsê nehatine tomarkirin.