Rukiye Mistefa
BasNews – Li paytexta Îranê Tehranê di kargeha hilberîna çirîşê de şewat derket.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA ragehandiye, li navçeya Pardîs a ser bi Tehranê di depo ango embara tiştên bi dar hatine çêkirin de ji ber agir peşiyaye şewat derketiye.
Hat ragehandin şewat demekî kurt de belav bûye û gelekî bi bandor bûye û xebatên temirandin û kontrol kirina agir jî berdewam dike. Herwaha hat ragehandin ji ber wê şewatê ti ziyanên canî nînin û ti kes nemiriye û birîndar nebûye, lê ziyanên madî gelek zêde ye.
Hat ragehandin dê ziyanên madî piştî şewat hat kontrol kirin dê bên tespît kirin û bên ragehandin.
Çirîş, madeyê ku daran bi hev du ve dizeliqîne û di karê necarî de tê bikaranîne.