Rukiye Mistefa
BasNews – Li Somalî di êrîşeke bombeyî de herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê hikûmetê Îsmaîl Muxtar Omer ragehand, li herêma Hamarjajab a ser bi Mogadîşuyê xwekujekî di restaurantekî de xwe teqandiye êrîşek pêkaniye û got di êrîşê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.
Hat ragehandin xwekujê ku teqemenî û bombe li xwe girêdabûn berî bikeve restaurantê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye rawestandin.
Derbarê nasnameya kesê xwekuj de ti agahiyek nehate dayîn.