Îsmaîl: Eniya Aştî û Azadiyê ne li dijî diyaloga Kurdî – Kurdî ye Îsmaîl: Eniya Aştî û Azadiyê ne li dijî diyaloga Kurdî – Kurdî ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îsmaîl: Eniya Aştî û Azadiyê ne li dijî diyaloga Kurdî – Kurdî ye

BasNews- Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Îsmaîl tekez dike, damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê dê bandora wê ya erênî li ser diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNK de hebe.

Roja 28ê Tîrmeha bûrî li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt, Eniya Aştî û Azadiyê hat damezirandin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl li ser armanca ENKSê ji pêkanîna Eniya Aştî û Azadiyê ji K24ê re ragihand, yek ji armancên pêkanîna wê eniyê, pêkanîna hevrêziyê di navbera pêkehateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Aşûrî, Kildan û Siryan de ye. Di vê qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe de, pêkanîna vê bereyê gelekî girîng e, ji bo bi hev re bigihin nerîneke siyasî ya hevbeş li ser pêşeroja Sûriyê û parastina mafên pêkhateyên netewî tê de.

Îsmaîl diyar kir jî, pêkanîna vê eniyê, piştevaniyek ji proseya siyasî giştî ya Sûriyê re di bin çavdêriya navdewletî de ye, bi taybet her sê hêzên di wê eniyê de, nûnertiya beşeke mezin ji xelkê Sûriyê dikin. ENKSê jî nûnertiya beşeke mezin a gelê Kurd li Sûriyê dike û xebateke wê ya dûr û dirêj heye.

Îsmaîl amaje bi wê da, opozîsyona Sûriyê niha di rewşeke lawaz de ye, damezirandina vê bereyê jî gaveke girîng e ji bo pêkhateyên cuda ên opozîsyona Sûriyê bikarin bi hev re karekî hevbeş bikin.

ENKS ji bo Sûriyê daxwaza sîstema ferderalîzmê dike û di daxuyaniya damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê de sîstema “nenavendî” hatiye qebûlkirin, di wê derbarê Îsmaîl aşkere kir: başirîn çareserî ji bo Sûriyeya pêşerojê, sîstema federalîzmê ye. Lê nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadiyê, ne tenê ya ENKSê ye, belkû ew nerîna hemû endamên wê ye. Hemû pêkhateyên di wê eniyê de li hev kirin, ku divê Sûriyeya pêşerojê, bi sîstemeke nenavendî bê birêvebirin. Nenavendî jî sîstemeke vekirî ye û ne li dijî federalîzmê ye.

Herwiha Îsmaîl da zanîn, pêkhateyên Eniya Aştî û Azadiyê damezirandine, di meydana Sûriyê de xwedî rol û bandor in û pêwendiya wan bi aliyên cuda ên opozîsyona Sûriyê, herêmî û navdewletî re hene û di hemû ked û xebatên dozya Sûriyê ên wek Komîta Destûrê û Desteya Danûstandkar de beşdar in û ti nakokiyên wan bi aliyên din ên opozîsyonê re nîn e.

Li ser pirsa, damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê dikare bandorê li ser diyaloga Kurdî – Kurdî a di navbera ENKS û PYNK de çê bike, Mihemed Îsmaîl tekez kir: Bandorê wê dê li ser danûstandinên Kurd – Kurdî erênî be, ji ber ku bi diyaloga Kurdî – Kurdî re, pirsên Kurdî çareser dibe, herwiha herdu aliyên Kurdî baweriya wan bi pêkvejiyana bi hemû pêkhateyên din re heye. Heger zemîneke baş di navbera pêkhateyên herêmê de peyda bibe, dê bandoreke wê erênî ji hemû aliyan re hebe.