Duhok- Jimara miriyên Koronayê gihişt 3 kesan   Duhok- Jimara miriyên Koronayê gihişt 3 kesan  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Duhok- Jimara miriyên Koronayê gihişt 3 kesan  

BasNews- Berdevkê Rêveberya Saxlemya Qeza Akrê mirna sêyem kes bi vîrusa koronayê li qeza Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê ragihand.

Berdevkê Rêveberya Saxlemya Qeza Akrê Sebah Zuhêr, ji BasNewsê re axivî û got:”Derengê şeva derbas bûyî ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê li qeza Akrê, kesekî  66 salî koça dawî kir ku xelkê taxa Hecî Xenî bû. Duhê ev nexweş rewaney nexweşxaneya Akrê hatiye kirin û nimune jê hatine wergirtin û her derenge şeva derbas bûyî encamên pişknîna wî derkeftne û diyar bûye ku bi vîrusa Koronayê bûye.”

Herwiha Berdevkê Rêveberya Saxlemya Qeza Akrê got: “Piştî encamên wî derkeftîn ko pozetîv bûn her li nava nexweşxanê da giyanê xwe ji dest daye û ev sêyem haleta mirin abi Koronayê ye li Duhokê. Duhê êvarî 2 kesên ji Berdereş bûn û bi Koronayê ketibûn jî koça dawî kiribûn.”