Herêma Kurdistanê: 3 pêketiyên Koronayê mirine Herêma Kurdistanê: 3 pêketiyên Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Herêma Kurdistanê: 3 pêketiyên Koronayê mirine

BasNews- Li parêzgeha Duhokê yekem keysa mirina bi vîrusa Koronayê tê tomarkirin û du pêketiyên bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Rêveberiya Tendirustiya Duhokê belav kir, derengê şeva bûrî li Duhokê du pêketiyên Koronayê ku du peya ne û temenê wan 66 û 63 salî ne, canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, heta niha li Parêzgeha ligel hebûna 581 pêketiyên Koronayê, lê ev yekem car haletên mirina bi wê vîrusê tê tomarkirin.

Her şeva bûrî jî, Rêveberê Xizmetguzariyê yê Nexweşxaneya Firyadê ya Rojavayê Hewlêrê bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 14 hezar û 134 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 9 hezar 177 kes baş bûne û 554 kesan jî canê xwe ji dest dane. Niha jî 4 hezar û 406 pêketî li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkî de ne.