Hîzbullaha Iraqê gefa tolhildanê li Serokwezîrê Iraqê dixwe Hîzbullaha Iraqê gefa tolhildanê li Serokwezîrê Iraqê dixwe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hîzbullaha Iraqê gefa tolhildanê li Serokwezîrê Iraqê dixwe

BasNews- Hîzbullaha Iraqê, Serokwezîrê Iraqê bi wê yekê tohmetbar dike ku hêsankarî bo êrîşên Amerîkayê yên li dijî Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs kiriye ku di encama wan êrîşan de ew her du tevî hejmarek çekdarên din hatibûn kuştin.

Ebû Elî Eskerî, Berpirsê Ewlehiyê yê Koma Çekdarî ya Hîzbullaha Iraqê di hesabê xwe yê Twitterê de dibêje; dema Mistefa Kazimî Serokê Îstixbarata Giştî ya Iraqê bû (ku niha Serokwezîrê Iraqê ye), hêsankarî bo kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis kiribû.

Eskerî dibêje: “Cejna me di vê serdemê de nabe cejn, heta ku em bi qasî kuştina Suleymanî, Muhendis û kuştiyên bajarê Qaîmê tola wan hilnedin.”

Herwiha destnîşan dike: “Wan kesên ku li nav Iraqê beşdariya wan êrîşan kirine, ji Kazimî heta pileya herî nizm, hêsankarî ji bo wan êrîşan kirine, ji cezayê rizgar nabin, baca wê her çi qas û dema wê jî her çi wext be.”

Di meha Çile ya îsal de, di encama êrîşeke esmanî ya hêzên Amerîkayê de Qasim Suleymanî, Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmarek fermandarên Heşda Şeibî li nêzîkê Balafirgeha Bexdayê hatibûn kuştin.