Li Herêma Kurdistanê 10 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan Li Herêma Kurdistanê 10 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 10 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

BasNews – Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên yên pêketiyên vîrusa korona belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya, di 24 demjimêrên borî de 277 kes bi vîrusa korona ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyanî waha ye;

Daxuyaniya 24 demjimêrên taybet ên pêketinên vîrusa korona ya nû ya COVİD -19 ya jimara 158ê

1 – Karantîna kirin: 98 hemwelatî nû hatine karantîna kirin.

887 hemwelatî li karantîna de ne û li 16 cîhên cuda ne. 115 kes li Silêmaniyê, 772 kes jî li Duhokê.

2 – Test: 2465 test û kontrolên nû hatine kirin.

1175 test li Hewlêrê, 311 test li Silêmanî, 15 test li Germiyanê û 964 test jî li Duhokê hatine kirin.

3 - Pêketin: 277 pêketinên nû hatine tomar kirin

202 kes li Hewlêr pêketin, 23 kes li Silêmaniyê, 49 li Duhokê û 3 kes jî li Germiyanê pêketine.

4 – Başbûn: 94 kes baş bûne

82 kes li Hewlêrê, 2 Germiyan, 5 Duhok û 5 Helebçe

5 – Mirin: 10 kes mirine

7 kes li Hewlêrê, Yek li Silêmanî û 2 kes jî li Germiyanê mirine.

Amara giştî:

Karantîna kirin: 21,084 hemwelatî hatine karantîna kirin, 20197 kes ji karantînayê derketine.

Test: 205,016 test hatine kirin (87,050 li Hewlêrê, 65,973 li Silêmanî, 49,991 li Duhokê û 2002 jî li Helebçê.(

Pêketin: 14,134 pêketin. (4530 li Hewlêr, 8548 li Silêmanî, 581 li Duhokê, 475 li Helebçê.)

Başbûn: 9177 kes baş bûne. (3020 li Hewlêrê, 5385 kes li Silêmanî, 362 kes li Duhokê û 410 kes jî li Helebçê)

Mirin: 551 kes. (129 kes li Hewlêrê, 414 kes li Silêmaniyê û 8 kes jî li Helebçê.)

Wezaretî tendrustî

Hikûmeta herêma Kurdistan

01.08.2020