Li Tirkiyê 19 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan Li Tirkiyê 19 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê 19 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

BasNews -  Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) 19 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 710 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 1ê Tebaxê yên vîrusa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 996 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 231 hezar û 869 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 981 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 215 hezar û 516 kesan.

Li aliyê din Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê hişyarî da û ragihand: “Pêdiviya me bi tedbîran heye. Hejmara nexweşên me yên rojane di sînorê 1000î de ye. Ji bo em dakevin bin vê hejmarê, 33 rojan hewldaneke me hebû. Bajarên ku nexweş lê zêde dibin: Enqere, Mêrdîn, Diyarbekir, Dîlok û Konya ye. Li 36 bajarên me yên din, 3 roj in nexweşên me yên nû yên rewşa wan giran e, çênebû.”