Bi fermana Mesrûr Barzanî ve milyarek dînar pare bo tenduristiya Hewlêrê hat cuda kirin Bi fermana Mesrûr Barzanî ve milyarek dînar pare bo tenduristiya Hewlêrê hat cuda kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi fermana Mesrûr Barzanî ve milyarek dînar pare bo tenduristiya Hewlêrê hat cuda kirin

Lêdwan Ebdulrehman

BasNews – Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ku bi fermana serokê hikûmetê ve milyarek dînar bo tenduristiya Hewlêrê hatiye cuda kirin.

Wezareta tenduristiyê di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Di çarçoveya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên hember tekoşîna vîrusa korona de, bi fermana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve milyarek dînar pare bo tenduristiya Hewlêrê hatiye cuda kirin.’’

Hat gotin, ew pare beşek ji budceya hikûmeta herêma Kurdistanê ya hewarçûnê ye bo tekoşîna hember vîrusa korona û bo dever û parêzgehên herêma KurdistanÊ hatiye cuda kirin.