Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî serxweşî li Elîxan Tahirxan Simayil Axa Simko kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî peyam waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Elî Xan Tahîrxan Simayil Axa (Simko)

Bi xem û kovaneke mezin xebera koça dawî ya Kek Abdullahê birayê we gihîşt me.

Serxweşiyê li we yên birêz û tevahiya malbat û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kek Abdullah bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
01.08.2020