Dîwana nû ya Osman Mehmed çap bû Dîwana nû ya Osman Mehmed çap bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dîwana nû ya Osman Mehmed çap bû

BasNews- Dîwana nû ya şa’ir û wergerê kurd Osman Mehmed a bi navê Siwarekî Bênîştiman li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê hat çap û belavkirin.

Weşanxaneya Avestayê ji ser hesabên xwe yên tora medyaya civakî belav kiriye wan piştî dîwanên  “GulûCinûKavil” û “Li Dor Kêvjalan” berhemeke nû  ya şa’ir û wergerê kurd Osman Mehmed a bi “Siwarekî Bênîştiman” çap û belav kiriye.

Beşek ji şi’rekê dîwanê:

em bi diyarî şarekî ketin

rê bi ser hev de diqulibîn

li ber derwazeyên şar eşîreke winda em pêşwazî kirin

navên xwe yên berê ji bîr kiribûn

digotine xwe Bêdawiyan

pirsîn ji min ê siwar

“kê xera kir tevna pîrê, heval?

siwarekî dî peya bû û hate pêş, got “min!”

ew birin bi alî xwe û rîspiyek ji nav wan:

“piştî heft gerên hîvê dê ciza lê bête birîn!”

û binevş û nêrgiz û sosin avêtin ber hespan

Osman Mehmed kî ye?

Ji bajarê Nisêbinê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di salên 1990î de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Helbestên wî di kovarên weke Rewşen, Jiyana Rewşen Nûbihar, Nûdem û gelek kovarên din de belav bûne.

Berhem: Dîwanên wî yên bi navê “Li Dor Kêvjalan”, “GulCinûKavil” ji çap û belav bûne.

Werger: Dîwanên Gullepeyv a Şalaw Hebîbe, Dinivîsim Yûsif a Hêro Kurde, Kirasê Min Bibore ya Fatîme Ferhadî, Yazdehok a Gewher Fetah, Li Xurbetê ya Generalê Payîzê (Mihemed Omer Osman) jî ji soranî tercûmeyî kurdiya kurmanciyê kirine.