BasNews- Êvara îro roja sêşemê 28.07.2020an di encama xwepêşandanan de 20 xwepêşander li parêzgeha Necefê ya Iraqê ji aliyê hêzên emnî yên Iraqê ve hatin birîndarkirin.
Xelkê başûrê Iraqê dîsan dest bi xwepêşandanan kiriye û li gelek parêzgehan xelkê li dijî hikûmetê derdikevin kolanan û dest bi xwepêşandanan kiriye.
Rêxistina Mafê Mirovan a Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir 20 xwepêşander li bajarê Necefê hatine birîndarkirin.
Herwiha Rêxistina Mafê Mirovan a Iraqê ragihandiye ew xwepêşandana xelkê Necefê bi armanca daxwaza xizmetguzariyên weke kahreba av û kar e bûye lêbelê hêzên emnî bi tûndî êrîşî xwepêşanderan kirine.