BasNews- Êvara îro roja duşemê 27.07.2020an 4 mûşek arasteyî leşkergeha Tacî ya Amerîkayê li Bexdayê hat kirin.
Hêzên hevbeş ê Amerîkayê û Iraqê li Serbazgeha Tacî ya li Bexdayê hatine bi cîkirin.
Ligor zanyariyên destpêkê ew mûşek cûreya katyûşa bûne û bêyî bigihên serbazgehê ketine xware. Herwiha ti zirareke canî û maddî ji ber wê êrîşê pêk nehatiye.
Heta niha gelek caran milîsên şîe yên ser bi Komara Îslamî ya Îranê êrîşî binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê kirine.