Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li hevserokê YNKê kir Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li hevserokê YNKê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li hevserokê YNKê kir

BasNews – Îro 27.07.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li hevserokê YNKê Bafil Talabanî û şandeya li gel kir.

Hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa herêma Kurdistanê û piştgirî kirina li hikûmeta herêma Kurdistanê hatin kirin.

Hevserokê YNKê diyar kir, YNK wek beşdarekî serekî piştevanê hikûmeta herêma Kurdistanê ye û got: ‘’Pirsgirêkên aliyên siyasî nabe di saziyên hikûmetê de jî reng bide û pêwîste hemû alî alîkarbin, ku danûstanan ve hemû pirsgirêk bên çareser kirin. Ji ber hemû destkeftên me di encama yekrêzî de pêkhatine. Ji ber hemû hewldanekî emê bidin bo rewşa naha ya giran û ev krîz bê derbas kirin.’’

Herwaha serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amaje bi wê yekê kir ku xelkê Kurdistanê, li gel hemû zehmetiyan re tehemmûl kiriye, nîgerane ji ber aloziyên navxwe û li bendê ye ku aliyên siyasî rewşeke siyasî ya baş ava bikin. Û ragehand: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta hemû herêma Kurdistanê ye û pêwîste hemû aliyên beşdar ên hikûmetê piştevaniyê li karnameya hikûmetê bikin. Ji ber bernameya karê kabîneya nehem, bernameya hevbeş aliyên beşdarvanên nav hikûmetê ne.’’