Berpirsekî Gorran: Nabe Lahor Cengî destlêwerdanê li karê hikûmetê bike Berpirsekî Gorran: Nabe Lahor Cengî destlêwerdanê li karê hikûmetê bike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî Gorran: Nabe Lahor Cengî destlêwerdanê li karê hikûmetê bike

BasNews – Berpirsekî Tevgera Gorran ragehand, Lahor Cengî li gor yasa nebe destlêwerdanê li karûbarê hikûmetê de bike.

Îro 23.07.2020ê çapemeniya Lahor Cengî bangeşeya wê yekê kirk u xwedê girawî projeyekî xwandevanan li Hewlêrê vekiriye.

Berpirsê Tevgera Gorran li Kifrî Mihemed Kemal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lahor Cengî kesekî hizbî ye û li gor yasayê nabe ti kesekî hizbî destlêwerdanê li karûbarên hikûmetê bike. Lê naha ew yasa şikandiye û ji bo berjewendiya xwe kevirê bingehê dibistanekî daniye.’’

Herwaha got, projeyekî waha başe, eger bi hemahengî li gel hikûmetê be û got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê wezareta wê ya perwerdê heye û dikare bi rêya wê wezaretÊ ve dibistan bên ava kirin. Herçend ew wezareta dibistanan çêdike û hewla nûjen kirinê jî dide.’’

Mihemed Kemal got: ‘’Lahor Cengî û darûdesteya wî bazineya kesk wêran kirine.’’ Û wek nimûne jî nîşan da û got, wan bajarê Kifrî dane milekî û piştguh kirine, wek bajarekî wêran lêhatiye. Ji ber wê ya baş Lahor Cengî di cîha propagandayên siyasî de wî pareyê dizî yê xalên sînor û dahata navxwe ya Silêmaniyê bixe berdestê hikûmetê û xizmeta bajarekî wek Kifrî û navçeyên din ên sînorê parêzgeha Silêmaniyê de xerc bike.’’