Rêverekî Komela Îslamî: PDKê pêngav bo çaksaziyê avêtin û hêvîdarim ew çaksazî pêkbên Rêverekî Komela Îslamî: PDKê pêngav bo çaksaziyê avêtin û hêvîdarim ew çaksazî pêkbên
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêverekî Komela Îslamî: PDKê pêngav bo çaksaziyê avêtin û hêvîdarim ew çaksazî pêkbên

BasNews – Rêveberekî Komela Îslamiya Kurdistanê daxwazên partiya xwe yên ji bo asayî kirina peyvendiyên li gel PDKê ragehand. Herwaha got, PDK dizane gendelî heye û pêngavên çaksaziyê jî avêtine.

Berpirsê encûmena Qeladizê yê Komela Îslamiya Kurdistanê Bayîz Ezîz ji BasNewsê re ragehand, pêngavên pêkanîna kongreya çarem a Komel pir pêşde çûn û bi taybet jî konferansên malbendan pêkhatine bo bikarin di dawiyê de jî kongreye bikin. Lê ji ber belav bûna vîrusa koronayê pirsa kongreyê hatiye paşxistin. Herwaha ji ber asayî nebûna rewşê ti biryarek heta naha nehatiye dayîn, ku em bikarin bibêjin kongre dê filan demê de bê kirin. lê eger korona nav civakê de nemîne, bê guman dê payîza îsal kongreya çarem pêkbê.’’

Derbarê peyvendiyên partiya wan ên li gel PDKê jî got: ‘’Komela Îslamî dixwaze peyvendiyên xwe li gel PDKê û partiyên din jî asayî bike.’’

Herwaha diyar kir li ser çend pirsgirêkan sarbûn di peyvendiyên Komel û PDKê de çêbûye, lê ‘’Peyvendiyên me negeheştiye astekî metirsîdar.’’

Bayîz Ezîz got, PDK dizane li herêma Kurdistanê gendelî heye û ‘’Pêngavên çaksaziyê dane destpê kirin, ji bo wê jî hêvîdarin ew çaksazî pêkbên.’’