BasNews – Berpirsekî artêşa artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi fermandehiya general Hefter, ragihand, dê li derdorê Sîrt û Cefra di navbera wan û hêzên alîgirên Tirkiyê de şerekî mezin rû bide!
Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi fermandehiya general Xelîfe Hefter, Ehmed El-Mismarî got, li derdora her du bajarên Sîrt û Cefrayê tevgereke zêde ya milîsên Wîfaq û Tirkiyê hene.
El Mismarî got jî: Dê şerekî giran biqewime li wan deran û şerê han dê ne tenê şerekî Lîbî be, belkû dê hin aliyên din ên Erebî û biyanî jî hebin, ji ber ku pialnên Tirkiyê ewlehî û aramiya navçeyê dixe metirsiyê.
Ji aliyê xwe ve, fermandeyekî artêşa Niştimanî ya Lîbî bi navê Xalid Mehcob jî got: Misr jî hevpara rasteqîne ya ewlehiya Lîbyayê ye û mafê wê heye destêwerdanê bike.
Pêştir jî, Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ragihandibû, ew piştgiriya Serokê Arteşa Niştimanî ya Libyayê Xelîfe Hefter dikin û têketina hêzên Hikûmeta Hevpeyman a Neteweyî ya Libyayê bo Sîrtê û Cefrayê ji bo wan xeta sor e.