BasNews – Parêzerek dibêje, parlementerê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Umer, çi dest ji endamtiya parlementoyê berde çi dest jê bernede, divê were girtin.
Piştî ku roja 7 Gulana îsal parêzbendî li ser parlementerê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Soran Umer, bi tohmeta ku buxtan avêtiye serokê hikûmetê, hat ragihandin, roja 12 vê mehê jî fermana girtina wî hat dayîn.
Li gorî wê fermanê, divê Soran Umer îro dest ji endamtiya parlementoyê berde û li ofîsa parlementoyê li bajarê Silêmaniyê teslîmî polîs bibe.
Li ser vê mijarê, parêzer Bextiyar Heyder ji BasNewsê re got, ji ber ku parêzbendî li ser Soran Umer hatiye ragihandin, divê li dadgehê amade bibe.
Bextiyar Heyder her wiha got, fermana girtina wî hatiye dayîn ji ber wê jî, çi dest ji endamtiya parlementoyê berde çi bernede, li ku derê be, polîs dikare wî bigire.