Rêveberiya ava Hewlêrê dest bi nehîştina serpêçiyan dike Rêveberiya ava Hewlêrê dest bi nehîştina serpêçiyan dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêveberiya ava Hewlêrê dest bi nehîştina serpêçiyan dike

BasNews – Rêveberiya ava Hewlêrê ragihand, dê dest bi qutkirina ava wan kesan bikin ku serpêçî kirine li ser tora avê.

Berpirsê ava Hewlêrê, Arî Ehmed ji BasNewsê re got, emê dest bi qutkirina ava wan mal û avahiyan bikin ku serpêçî kirine li ser tora avê.

Arî Ehmed her wiha got, emê ji roja 23 vê mehê dest pê bikin û heta 25 mehê dê kempêna me bidome.

Berpirsê ava Hewlêrê bang li welatiyan kir, beriya ku ava were qutkirin bila serpêçiyên xwe nehêlin da ku neyên sizadan.