Li Endonezyayê ji ber lehiyan 16 kes mirin, 23 kes winda ne Li Endonezyayê ji ber lehiyan 16 kes mirin, 23 kes winda ne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Endonezyayê ji ber lehiyan 16 kes mirin, 23 kes winda ne

Rukiye Mistefa

BasNews - Li eyaleta Sulawesî ya li başûrê Endonezyayê ji ber barîna baranên zêde lehî rabûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheşt 16 kesan û 23 kes jî windane.

Serokê Ajansa Rizgar kirina Makassar Mustarî ragehand, lehî li herêma Luwu ya bakur a ser bi wê eyaletê pir bi bandor bûye û termê 16 kesan hatiye dîtin.

Mustarî got, duh hatibû ragehandin ku 46 kes winda bûne, lê ew agahî sererast kir û got, 23 kes winda ne û 10 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran ragehand, ji ber lehiyê 4 hezar kes xirab bandor bûne û li herêmê lêgerîn û xebatên rizgar kirinê berdewam dike.