Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Berhemên kargehên Kurdistanê zêde bûne Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Berhemên kargehên Kurdistanê zêde bûne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê: Berhemên kargehên Kurdistanê zêde bûne

BasNews – Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê ragihand, berhemên kargeh û karxaneyên Kurdistanê zêde bûne.

Berdevkê wezareta bazirganî û pîşesazî ya Kurdistanê, Serdar Qurbanî ji BasNewsê re got, lê gorî lêkolînên me berhemên beşek ji kargeh û karxaneyên hundir zêde bûne û beşek ji pêdiviyên navxwe dabîn dikin.

Serdar Qurbanî her wiha got, li gorî qanûnên hikûmetê, her kargeheka ku berhemên wê bigihê %35, bac dikeve ser berhemên wê kargehê yên ku ji derve tên Kurdistanê. Ev qanûn bo piştevanîkirina berhemên navxwe tê bicîhanîn.

Berdevkê wezareta bazirganî û pîşesaziyê da zanîn, niha gelek kargeh di qonaxa çêkirinê de ne û hinek xilas bûne, tenê av û elektirîka wan maye. Piştî ku av û elektirîka wan hat dabînkirin dê bên vekirin.

Wî berpirsê wezareta bazirganî û pîşesazî anî ziman ku hinek kargehên berê, ku hatibûn sekinandin, dê dîsa bên aktîfkirin û vekirin.