BasNews – Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê, ku bo nexweşên Koronayê hatiye terxankirin, ragihand, nûçeya nemana oksîjenê li nexweşxanê rast nîne.
Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê li ser wan nûçe û raportên ku dibêjin li wê nexweşxanê oksîjen nemaye, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hinek rûpelên facebook û sosyal medyayê belav kirine ku qaşo li nexweşxaneya Rizgarî oksîjen nemaye û nexweşên Koronayê ji ber wê yekê dimirin! Ew nûçe û raport derew in.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin, em welatiyan piştrast dikin ku ti pirsgirêka oksîjenê nîne û rewşa piraniya nexweşan jî baş e. Ji ber wê jî bila ti kes nûçeyên derew belav neke.