Heme Perêşan
BasNews – Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 139 hezar kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 15.07.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 3 milyon û 545 hezar û 77 kesan. Duh hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê 3 milyon û 479 hezar û 483 kes bûn û bi wî awayî ji duh heta naha 65 hezar û 594 kes li Amerîkayê bi vîrusa koronayê ketine.
Herwaha li Amerîkayê heta naha 139 hezar û 143 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û milyonek û 600 hezar û 195 kes jî baş bûne.