BasNews- Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Josep Borrell ragihand, Yekîtiya Ewropa daxwaz ji Tirkiyê kiriye biryara xwe ya derbarê Ayasofya de biguherîne.
Îro roja duşemê 13.07.2020an Josep Borrell di konfernaseke rojnamevanî de derbarê nakokî û aloziyên navbera hin welatên endamê Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê li Deryaspî û rewşa Lîbyayê û herwiha biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê ya derbarê Ayasofya de axivî.
Borrel amaje bi siyaset û pêngavên Tirkiyê yên li Deryaspî kir û ew pêngav weke kiryarên yekalî yên Tirkiyê bi nav kir û da zanîn kiryarên yekalî yên Tirkiyê yên li Deryaspî gef in bo ser asayişa hin welatan.
Borrell daxwaz ji Tirkiyê kir ku helwêsta xwe biguhere aşkere kir em hêvîdar in ku me peywendiyek baş li gel Tirkiyê hebe.
Herwiha Borrell derbarê biryara Tirkiyê ya Ayasofya de jî da xuyakirin, wan ji ber wê biryarê dilgiraniya xwe gihandiye Tirkiyê û daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku biryara xwe ya derbarê Ayasofya de biguhere.