Tirkiye- 19 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 19 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 19 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 1.008 pêketiyên nû yê vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 19 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara îro roja duşemê 13.07.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên nexweşiya vîrusa Koronayê ji ser hesabê xwe yê tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî wê 46 hezar û 492 testên nû hatine kirin û 1.008 pêketiyên nû hatine teşxîskirin û 19 kes jî bi Koronayê mirine.

Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 214 hezar 001 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 195 hezar û 671 nexweş baş bûne. Herwiha 5.382 nexweş jî bi Koronayê mirine.