BasNews- Hikûmeta Almanî ragihand ku ew xemgîn bûye ku Tirkiyê biryar da ku ya muzexaneya Ayasofya vegerîne mizgeftekê.
Berdevkekî hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert li Berlînê got ku ewê pêşketinên bi Ayasofya re peywendîdar ji nêzve bişopînin.
Berdevkekî Wezareta çandê jî got ku divêbû hikûmeta Tirkîyê berî guhertina statuya cîhekî wek Ayasofya, ku di nav lîsta mîrasên cîhanê de cîh digire, bi UNESCOyê re bişêwirîya, lê ew yek pêk nehat.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku ewê Ayasofya di 24ê Tîrmehê de bi nimêja înê bo îbadetê vekin.
Wezareta Çandê ya Yunanistanê roja înê ragihandibû ku biryara dadgeha Tirkiyê ya derheqa muzexaneya Ayasofya ji cîhana nûjen û pêşverû re provoksyoneke zelal e.