BasNews- Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, supasîya derbarê rewşa dawî ya nexweşiya Koronayê li Herêma Kurdistanê axivî û aşkere kir ew ê tedbîrên nû bistînin.
Êvara îro roja duşemê 13.07.2020an Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnemevaniyê de axivî û di wê axaftina xwe de spasiya Serokwezîr Barzanî kir, bo bexşîna pêşxisteneka fermanberiyê bi hemû wan pizîşk û karmendên di rûbirûbûna Koronayê de kar dikin. Herwiha Dr. Saman Berzincî spasiya karmendên tendirustiyê û hemû pizîşkan kir ji ber mandîbûna wan di ber nexweşiya vîrusa Koronayê de.
Herwiha Dr. Berzincî got ew rêz û hurmeta xwe bo wan karmendên tendirustiyê û pizîşkan diçemînin ewên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.
Berzincî got: “Heta niha 350 kes di kerta Tenduristîya Herêma Kurdistanê de bi Koronayê ketine. Em daxwaz ji hemû alîyan dikin, tika dikin xwe biparêzin, ev yek di berjewendîya we û xelkên Kurdistanê de ye. Xweşbextane hejmareka mezin ji tûşbûyên Koronayê baş bûn e, lê zêdetir ji 4 hezar halet li jêr çareserîyê de ne.”
Herwiha Dr. Saman Berzincî da zanîn Komîte ya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryar daye, rêkarên xweparêzîyê berdewam bin û helmeteka medya û hişyarî ya tenduristiyê ew radigehinîn û wê Wezareta Tednuristîyê, Rewşenbîrî û Fermangeha Medya û Zanyariyan vê helemetê birêve bibin.
Di berdewamiyê jî de Saman Berzincî got: “Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryar da berdewam be li ser piştîvanîkirina Wezareta Tenduristîyê bo dabînkirina pêdawîstîyên Tenduristiyê. Heta niha %95ê pêdawîstiyan ji alîyê hikumetê ve hatîye dabîn kirin. Wê qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de berdewam be.”