BasNews/K24 - Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 gundiyên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Mihemed El Fatih bi armanca standina pereyan, 3 welatî ji gundê Memila yê navçeya Reco bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye, revandin.
Wê rêxistina mafên mirov navên kesên hatine revandin diyar kirin: Çîçek Îbrahîm Çirto, Elî Mihemed Îbrahîm û Eliyê Kêlê.
Ji aliyekî din ve jî wê rêxistinê ragihand, hejmarek ji çekdaran ji duhî nîvro ve agir bi daristana nêzîkî gundê Berava yê li navçeya Şera xistine û ew agir heta nîvê şevê vêketibû, piştre ji aliyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.