Dijîterora YNKê hêzên Iraqî derbasî Germiyan dike lê Pêşmerge nahêle! Dijîterora YNKê hêzên Iraqî derbasî Germiyan dike lê Pêşmerge nahêle!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dijîterora YNKê hêzên Iraqî derbasî Germiyan dike lê Pêşmerge nahêle!

BasNews – Hêzên Iraqî dixwazin bi alîkariya hêzên dijîterora YNKê derbasî devera Germiyan bibin lê hêzên Pêşmerge nahêlin.

Yek ji fermandeyên Pêşmerge li devera Germiyan bi navê Cimûr Rostem ji BasNewsê re got, hêzên Iraqî dixwastin derbasî deverên Kuleco û Kifrî bibin lê hêzên Pêşmerge nehîştin. Wan dixwastin derbasî deverên Qeretepe û Germesêrê bibin.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, du tabûrên artêşa Iraqê hatine wir û got, helîkopter jî bi wan re heye lê hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne.

Efserekî asayişa Kuleco bi navê Şemal Ebdulrehman jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, hêzên dijîterorê (yên YNKê) alîkariya hêzên Iraqî dikin lê wisa xuya dike niyeta hêzên Iraqî xirab e.

Şemal Ebdulrehman her wiha got, hêzên dijîterorê îro vegerin Silêmanî û Germiyanê.

Hêzên dijîterora YNKê girêdayî Lahûr Cengî ne ku yek ji wan kesan bû ku bûn sebeba xiyaneta 16 Cotmeha 2017.