Daqûq – Dîsa ereban hewla dagîrkirina zeviyên kurdan dan! Daqûq – Dîsa ereban hewla dagîrkirina zeviyên kurdan dan!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Daqûq – Dîsa ereban hewla dagîrkirina zeviyên kurdan dan!

BasNews – Li devera Daqûq ya Kerkûkê, erebên ku ji deverên başûrê Iraqê derbasî wir hatine kirin, dîsa êrişî gund û zeviyên kurdan kirin û hewla dagîrkirina wan dan.

Welatiyekî kurd li gundê Tazedê yê Daqûqê bi navê Elî Hemîd ji BasNewsê re got, îro komek ereb derbasî nav zevî û erdên gundên Tazedê û Tazeşar yên kurdan bûn.

Elî Hemîd her wiha got, dema ew hatin nav zeviyên me, em jî pêşde çûn û me ji wan re got ku em ti carî rê nadin we hûn derbasî nav zeviyên me bin. Lê wan efserekî polîs bi xwe re anîbûn û dixwastin bi wê yekê zorê li me bikin.

Berpirsê komîteya YNKê li Daqûqê, Azad Rostem ji BasNewsê re got, çend roj berê parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ferman dabû hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê da ku ereban li gundên kurdan bicîh bikin!

Li ser arîşeya gundên Tazedê û Tazeşar jî Azad Rostem got, ew nikarin tiştekî bikin ji ber ku ew zevî, yên kurdan in û tapo û belgeyên wan hene.