BasNews – Li bajarê Ranya yê Herêma Kurdistanê kargeheka şekir tê çêkirin.
Berpirsê çandiniya Ranya, Xidir Ebdullah ji BasNewsê re got, li ser rizamendiya wezareta çandiniya Kurdistanê me dest bi danîna xîmê kargeha şekir li devera Çarqurrne ya Ranya kir.
Xidir Ebdullah her wiha got, kargeha han dê li ser rûbera 50 donim were çêkirin û madeya wê ya xav jî silq e.
Berpirsê çandiniya Ranya da zanîn, kargeha şekir ya Ranya dê ji aliyê sektora taybet ve û bi alîkariya hikûmeta Kurdistanê were çêkirin.
Bi gotina wî berpirsî, bi çêkirina kargeha şekirê re dê beşek mezin ji berhemên cotkaran were kirrîn û gelek derfetên kar jî bo welatiyan çêbibe.