BasNews – Rêvebera balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ragehand, ragirtina geştyariyê li balefirxaneyan, ziyaneke mezin daye balefirgeh û hemû şîrketên balefirvaniyê û geştyaran.
Rêvebera balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Telar Fayeq di civîneke çapemeniyê de îro 13.07.2020ê got: ‘’Di heyama ragirtina geştên esmanî ya ji ber vîrusa koronayê 44 hezar hemwelatî û 6 hezar ton kargo hatûçûna wan hatiye kirin. herwaha hezar û 700 balefir hatine balefirxaneya Hewlêrê.’’
Telar Fayeq got: ‘’Em li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê geştên xwe berdewam dikin û tenê geştên geştyaran rawestaye, lê kargo û şande û tîmên tenduristiyê û kesên ku tên derxistin hatûçûnên wan berdewam dike.’’
Herwaha got: ‘’Desteya balefirvaniya sivîl a Iraqê dema ragirtina geştên esmanî heta roja 22.07.2020ê dirêj kiriye û em jî pêbend dibin wê biryarê ve.’’