Hewla asayî kirina hilberîn û henarde kirina nefta cîhanî tê dayîn Hewla asayî kirina hilberîn û henarde kirina nefta cîhanî tê dayîn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hewla asayî kirina hilberîn û henarde kirina nefta cîhanî tê dayîn

Herman Xalîd

BasNews – Welatên petrolê hildiberînin, hewla asayî kirina hilberîn û henarde kirina neftê li welatên cîhanê didin.

Li gor raportekî rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî, welatên neft û petrolê hildiberînin bi serokatiya Siûdiyê, daxwaz ji rêxistina henarde kirina neft (OPEC) û hevpeymanên wê kirine, ji destpêka meha 8ê û pê ve henarde kirina neftê zêde bikin.

Ew hewldana zêde kirina henarde kirina neftê bo bazara cîhanî, piştî wê yekê tê ku nirxê petrol û neftê hinek bilind bû û daxwaza li ser neftê jî zêde bûye.

Biryare roja 15.07.2020ê rêxistina henardekirina neftê (OPEC) û hevpeymanên wê bi serokatiya Rûsyayê, bi rêya video konferansekî ve bicivin û gotûbêjê li ser asta naha û ya pêşerojê bo henarde kirina neftê bikin.