BasNews – Bi hukmê dadgehê û bi fermana serkomarê Tirkiyê, dêra kevnar ya mesîhiyên Ortodoks li Stenbolê, Ayasofa, bû mizgeft!
Dadgeha Bilinda Îdarî ya Tirkiyê, li ser daxwaza komeleya Şûnwarên Dîrokî, îro biryara encumena wezîran ya hikûmeta Tirkiyê ya sala 1934, ku ji aliyê Ataturk ve hatibû îmzekirin, betal kir û rêya wê yekê vekir ku dêra kevnar ya mesîhiyên Ortodoks, Ayasofya, bibe mizgeft.
Yekser piştî wê biryara dadgehê, serkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan, biryara dadgehê pesend kir û bi vî rengî Ayasofya bi fermî bû mizgeft û bi serokatiya karûbarên ayînî ya Tirkiyê ve hat girêdan.
Dêra Ayasofya di sedana şeşem de ji aliyê împaratoriya Bîzans ve hatibû avakirin. Ji wê demê ve heta roja ku Stenbol ji aliyê împaratoriya Osmanî ve hat dagîrkirin, dêra mesîhiyên Ortodoks bû. Dema Osmaniyan sala 1453 Stenbol girtin, ew dêr kirin mizgeft. Lê Kemal Ataturk, sala 1934 mizgeftbûna Ayasofya betal kir û biryar da ku wek mûzexane were bikaranîn.