BasNews – Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand, 118 kesên din li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Koronayê mirin.
Wezareta tenduristiya Iraqê amarên 24 saetan yên Koronayê li Kurdistan û Iraqê ragihand.
Li gorî amarên han, di nav 24 saetan de 118 kes mirine û 2 hezar û 426 kes jî pê ketine û 1511 kes jî baş bûne.
Li gorî amarên wezareta tenduristiya Iraqê, heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê 64 hezar û 701 kes bi Koronayê ketine. 2 hezar û 685 kes jê mirine, 36 hezar û 252 kes baş bûne, rewşa 396 kesan jî xirab e.