BasNews- Mesrûr Barzanî radighîne, çaksazî karek ne hesan e. Pêwîstî bi îrayedek bihêz û demê heye. Xelkek heye, ku berjewendiya wan ne ligel çaksaziyê ye û astengiyan dirust dikin.
Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 8ê Hezîran a borî, di rêya facebook û Instagram a xwe, haştaga - lêm bipirse, belavkiribû û îro jî, bersiva beşek ji pirsyaran da. ragihand, yek ji wan pirsyaran, ku arasteyî hatine kirin ew e - kengî yasaya çaksazî tê cîbicî kirin?
Serokê Hikumetê di bersivê de dibêje, çaksazî karek ne hesan e. Pêwîstî bi îradeyek bihêz û demê heye. Xelkek jî heye, ku berjewendîya wan ne ligel çaksaziyê ye û astengiyan dirust dikin. Tekez dike, ku liser çaksaziyê, li hemû kertan berdewam dibin.
Herwiha Serokwezîr Barzanî gotiye:” Ezîxekî ji min pirsiye di jiyaneke asayî û dûr li siyasetê min dixwest bibim? Ez ji şêwakeriyê hez dikim. Min dixwest bibim şêwekar. Niha jî baweriya min bi min hebe ez ê şêwekariyê bikim. “
Herwiha Serokwezîr Barzanî tekezî gotiye gelekî ji siruştê hez dike û dixwest di warê jîngehparêziyê de kar bike.
Herwiha Serokwezîr Barzanî bersiva pirsa çiyagerekî jî daye û jê re gotiye heger derfet çêbû û em dikarin bi hev re jîngehê biparêzin.