Tuwana Şêxanî
BasNews – Hunermendê kurd Ezîz Weysî bi vîrusa korona ket û naha rewşa wî başe.
Ezîz Weysî di tora xwe ya civakî İnstagramê de ew nûçe ragehand û aşkera kir bi vûrsa korona ketiye, lê naha rewşa wî başe.
Hunermend Ezîz Weysî naha li mala xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê xwe xistiye karantînayê û çareseriya bijîşkî verdigre.
Heta naha hejmarek stranbêj, aktor û şanogerên kurd bi vîrusa korona ketine.