Silêmanî…Di mehekî de ji ber binpê kirinên jîngeyê 37 kes hatine girtin Silêmanî…Di mehekî de ji ber binpê kirinên jîngeyê 37 kes hatine girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Silêmanî…Di mehekî de ji ber binpê kirinên jîngeyê 37 kes hatine girtin

Helmet Bitwênî

BasNews – Berdevkê polîsê daristanan û jînge yê Silêmaniyê aşkera kir, di heyama meha borî de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ji ber binpê kirinên jîngeyê 37 kes hatine girtin û lêpirsîn li gel wan hatiye kirin.

Berdevkê polîsê daristan û jînge yê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di heyama meha borî ya Hezîranê de li sînorê çalakiyên binkeyên polîs3e daristanên Silêmaniyê 37 hemwelatiyên binpê kirinên jîngeyî kirine hatine girtin, ku 12 kes ji wan li ser nêçîra masiyan, du ji wan li ser rejû çêkirinê, 16 kes jî li ser agir berdan û 7 kes jî li ser diyardeya zêdegaviyê hatine girtin.’’

Herwaha got: ‘’Heman demê de li gel girtina wan hemwelatiyan gelek cureyên çekên nêçîrê, baskdar û ajalên kovî û masiyên hatine girtin û tiştên din ên nêçîrê jî hatine girtin û dest li ser wan hatiye danîn.’’

Navborî got, di vê meha borî de 30 darên temenê wan zêde û zêdetir ji hezar û 500 donimên giya û pûş û 16 donimên rez û baxê hemwelatiyan jî şewitiye.