Tirkiye- 16 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 16 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 16 kesên din bi Koronayê mirine

BasNeews- Wezareta Tendirustiya Tirkiyê aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 16 kes bi Koronayê mirine û 1.293 kes bi Koronayê ketine.

Êvara îro roja sêşemê Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê dawîn amarên vîrusa Koronayê ragihand. Koca aşkere kiriy,  di maweyê 24 saetên dawî de 1.293 beketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin 16 nexweşên koça dawî kirine û 1.302 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Ligor zanyariyên Wezareta Tendirustiyê heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 199 hezar û 906 kes bi Koronayê ketine û 5 hezar û 131 kes bi Koronayê mirine.