Tehran- Ji ber teqînekê 13 kes mirin Tehran- Ji ber teqînekê 13 kes mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tehran- Ji ber teqînekê 13 kes mirin

BasNews- Medyaya Îranê belav kiriye êvara îro roja  sêşemê ji ber teqînekê li Meydana Tecrîş a Tehranê 13 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Malperên medyayî yên Îranî amaje kirine ku teqîn li navenda Sîna Ether a pizîşkî li cadeya Şerîetî, li nêzîk Meydana Tecrîş li bakurê Tehranê pêk hatiye.  Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ew teqîn bûye sedema kavilbûna pişeke avahîyên derdor û şikestina pencereyan.

Ji teqîn û agir desthelatdaran cadeya Şerîetî daxistine û saziya agir vemirindina Tehranê jî aşkere kiriye mimkune dîsan teqîn rû bidin bi sedema hebûn botlên Oksijenê di wê navenda pizîşkî de.