Ewropayê deriyên xwe bo 14 welatan vedike Ewropayê deriyên xwe bo 14 welatan vedike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ewropayê deriyên xwe bo 14 welatan vedike

BasNews- Hîn jêderên dîplomatîk ji Reutersê re got ku hikûmetên Yekîtîya Ewrupa dibêjin Amerîka jibo geştîyarîya nebingehîn di nav "lîsteya ewle" da tuneye.

Bloka ku 27 endaman pêk tê çavlirê ye ku ji roja çarşemê 01.07.2020an pê ve rêwîtîya geştîyarî yan jî ya karsazîyê jibo 14 welatên derveyî sînorên wan dema ku îro li Brukselê dengdanê dikin erê bike.

Ew welat Cezayîr, Avusturalya, Kanada, Gurcistan, Japonya, Montenegro, Mexrîb, New Zealand, Rwanda, Sirbistan, Koreya Başûr, Tayland, Tûnis û Uruguay in.

Rûsya, Brezîlya û Amerîka û Tirkiye di nav wan welatan da ne ku di "lîsteya ewle" ya pêşîn de cîh nagirin.

Armanca dengdanê ew e ku piştgirîya sektora rêwîngtîyê û cîhên geştiyarîyê yên Yekîtiya Ewrupa bike, bi taybetî welatên li başûrê Ewrupa ku COVID-19 herî dijwar bandor ser wan kiriye.

Herwiha Çîn jî dê bi demkî were pejirandin, lê tenê heke karbidestên Çînê jî destûra geştîyarên Ewrupî bidin, jiber ku çalakîyên hevbeş jibo berjewendîyên welatan pêwîst e.

 

Ew lîste divê bi "piranîyeke maqûl" ya welatên YE derbaz bibe, wateya wê jî ew e ku 15 welatên YE dengên erênî bidin ku % 65 niştecîyan temsil dike.

 

Çar dîplomatên YE got ku ew li hêvîyê ne ku piştgirîya pêwîst were destxistin.

 

Ew lîste jibo welatên YE her wekî rênma û pêşnîyaran e ku ew hemen hemen nikarin destûrê bidin geştîyarên ji welatên din lê dikarin jibo kesên ji wan14 welatan tên bergirîyan danîn.

 

Hewildanên Yekîtîya Ewrupî bo jinûve vekirina sînorên hindur, bi taybetî di nav 26 welatên Şengenê ku di rewşa asayî da kontrola sînoran tune, gelek serketî nebûye jiber ku hinek welatan hatûçûya hinek geştîyaran sînordar kiriye.

 

Yunanîstanê pişkînîyên COVID-19 jibo hinek geştîyarên ji welatên YE wekî Fransa, Îtalya, Holanda û Îspanyayê mecbûrî kiriye û heta encamên wan dîyar dibin divê ew tenê bimînin.

 

Ji alîyê din ve Komara Çek destûrê nade geştîyarên ji Portekîz û Swêdê.

 

Niştecîyên Brîtanî herwiha dikarin biçin gelek welatên YE, lê ji geştîyarên nebingehîn dixwaze ku 14 rojan xwe karantîna bikin.